Li Pira Şehîdan a 15ê Temûzê alaya Tirkî hat daliqandin

Li Pira Şehîdan a 15ê Temûzê alaya Tirkî hat daliqandin

Di çarçoveya 15ê Temûzê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî de li Pira Şehîdan a 15ê Temûzê alaya Tirkî hat daliqandin.

Ji aliyê Komeleya 15ê Temûzê û Walîtiya Stenbolê ve bi boneya 15ê Temûzê Roja Demokrasî û Yekîtiya Neteweyî li Pira Şehîdan a 15ê Temûzê alaya Tirkî û afîşên ku li ser wan "Ji bo eşqa Tirkiyeyê" û "Ji bo eşqa Welat û Gel" nivîsandîbûn, hatin daleqandin.

Beriya daleqandinê merasimek li destpêka pirê hat lidarxistin û Serokê Komeleya 15ê Temûzê Îsmaîl Hakki Turunç, bibîr xist ku 15ê temûzê roja hewldana darbeya namerd, xelkê bi eşqa welat û alayê hatin ser pirê û li dijî darbeyê sekinîn.

Turunç wiha axivî:

"Li Pira Şehîdan a 15ê Temûzê li aliyekî xayin û li aliyê din jî leheng sekinî bûn. Her çiqas di destê wan de çek û hemî cure îmkan hebûn, xelk bi îmana di sînga xwe de û bi eşqa welêt a di dilê wan de hatin vêderê. Ji hemî temenan mirov li vêderê bûn. Bi lehengane bi ser bombeyan de çûn. Li vêderê destana lehengiyê hat nivîsandin. 6 sal derbas bûn, ne 6 heke 60 sal jî derbas bibin, dê nifşên di pey me re van lehengan jibîr nekin. Emê her tim wan bibîr bînin û wan yad bikin."

Piştî axaftinan Cîgira Waliyê Stenbolê Ozlem Bozkurt Gevrek û Serokê Komeleya 15ê Temûzê Îsmaîl Hakki Turunç, digel komeke ku hinek xazî û xizmên şehîdan di nava wan de bû, li Pira Şehîdan a 15ê Temûzê alayeke qerase ya Tirkî û afîş daleqandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE