Li pişta Gilîdaxê bexçe çêkir

Di baxçeyê xwe de salê 100 ton fêkî dide hev.

Li pişta Gilîdaxê bexçe çêkir

Heval û hogirên wî jê re gotin; “ev der erdekî beyar e, li vir çandinî nabe". Lê wî dîsa bi ya xwe kir û ji xwe re darên fêkiyan danîn. Evdilqadir Ardînê ku li pişta çiyayê Agirîyê, li ser 33 doniman baxçe çêkir, niha salê bi qasî 100 ton fêkiyan dide hev.

Evdilqadir Ardîn li Agiriyê esnafiyê dike. Wî xwest ku li gundê xwe bexçeyekî çêke.

Ji bo wê jî li gundê Ortiliya Bazîdê, li pişta Gilîdaxê 33 donim erdê beyar kirrî.

Erd ji ber ku beyar û bejî bû kesekî bawer nedikir ku li wir dar bigihîjin.

Lê wî bi ya xwe kir, erdê xwe ajot, pişt re jî ji bo avê bîr koland.

Baxçe di sala 2016an de danî. Şitlên wî di 4 salan de gelekî mezin bûn û hemûyan jî fêkî girtin.

Evdilqadir Ardîn salê bi qasî 100 ton fêkiyan hildiberînê, piraniya wan ji bo xêrê belavî gundî, mêvan û tûrîstan dike.

Mîdûrê Daristan û Çandiniyê yê Bazîdê Mehmed Salih Akkuş dibêje; “Heta niha ji bo xêrê belav dikirin, lê ji vir û şûn de em ê mehsûlên wî li ser malpera wezaretê bifiroşin.”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE