Li Prîzrenê mihrîcana fîlman a "DokuFest"ê ya 17emîn dest pê kir

Li Prîzrena bajarê Kosovayê ya ku dikeve başûrê rojhilatê welêt, Mihrîcana Fîlman ya 17emîn dest pê kir.

Li Prîzrenê mihrîcana fîlman a "DokuFest"ê ya 17emîn dest pê kir

Li Prîzrena bajarê Kosovayê ya ku dikeve başûrê rojhilatê welêt, Mihrîcana Fîlman ya 17emîn dest pê kir.

Mihrîcana mijara wê "Reflection-Şewqvedan" e wê 9 rojan dewam bike. Di çarçoveya mihrîcanê da ji 40 welatan 260 belgefîlm û kurtefîlm wê werin nîşandan.

Dîrektorê hunerê yê mihrîcanê Veton Nurkolarî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku îsal li bendê ne îsal 50 hezar merivê werin Prîzrenê û wiha axivî: "Mihrîcana fîlman ji bo pêşveçûna çanda welêt gelekî girîng e."

Qasî 260 fîlm beşdarî mihrîcanê bûn. 102yê van fîlman di nav kategoriya pêşbaziyê de ne. Di nav fîlman de ji Tirkiyeyê jî 5 fîlm cî digirin. 160 fîlmên din jî wê di 50 bernameyên cuda de werin nîşandan."

Nurkolarî got ku fîlman 5ê wan servekirî û 4ê wan salon bi tevahî li 9 mekanan nîşan bidin.

Di çarçoveya "Dokufestê" de xebatên atolyeyê bên nîşandan, pêşangehên wêneyan werin vekirin, panel, konferans û konser werin dayîn.

Xelatên kategoriya pêşbaziyê jî wê 11yê tebaxê werin belavkirin.

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE