Li Pulumura navçeya Tunceliyê qalindahiya berfê bû 15 santêm, ekîbên paqijkirina berfê dest bi pqaijkirina rê û dirban kirin.
Li bajêr çendeke şilî dibarî û bi sermeyê va vegerande berfê.
Li Pulumur û gundan berfa ewil a demsalê barî, daristan û tebîet çîlsipî bû.
Li hin ciyên navçeyê qalindiya berfê ji bihustekê derbas bû, bi taybetî li texma Canqurtaranê ya li ser rêbejaya Tuncelî-Erzincanê ji ber mij û bagerê ajokar di tengasiyê da man.
Li herêma li 2 hezar bilindiyê ekîbên Şeftiya Şaxa 86an a Rêbejayê ji bo tengasî dernekevin xebatên xwe didomînin.
Bedrî Kiziltoprakê personelê Şeftiya Şaxa 86an a Rêbejayê daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku li bajêr hetanî 15ê nîsanê xebatên paqijkirina berfê dewam dikin.AA