Li Stenbolê bi 570 hezar laleyan xalîçeyeke qasî 460 mêtro hat çêkirin.
Xalîçeya ji hêla Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê va hat çêkirin. Xalîçeya ku ev cara 5emîn e tê çêkirin li Qada Siltanehmedê hat pêşandan.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu got ku navenda laleyê Stenbol e û wiha axivî:
"Îro hin welat li laleyê xwedî derdikevin. Lale ji Çiyayê Tîyanşayê ya Asyaya Navîn derketiye û ji wir jî hatiye Anadoluyê. Lale ji vir bi saya balyozê Awusturyayê çûye Ewropayê. Lê navenda laleyan Stenbol e. Ji bo vê em ê ji vir şûn da her sal wê mihrîcanekê lidarxin."
Welatiyan eleqeyeke mezin nîşanî xalîçeyê da. Serok Îmamoglu piştî axaftina xwe wek sembol laleyek çand.