Li qeraxê Gola Wanê bi mezinahiya 116 hezar metrekareyî parq dê were çêkirin

Li qeraxê Gola Wanê bi mezinahiya 116 hezar metrekareyî parq dê were çêkirin

Li Îpekyoluya navçeya Wanê di çarçoveya "Projeya Banda Qeraxê" da ya ku ji bo bedewkirina qeraxê Gola Wanê hat amadekirin, xebat hat destpêkirin ku li ser qadeke 116 hezar metrekareyî parq were çêkirin.

Şaredariya Îpekyoluyê dixwaze li qeraxê Gola Wanê cihên guncav çêke ku şêniyên bajêr bikaribin tevî malbatên xwe wextekî xweş derbas bikin. Di vê çarçoveyê da "Projeya Banda Qeraxê" ya 3 kîlometre dirêj hat amadekirin.

Şaredariyê pêşiyê 307 gomên ku dibû sedema gemarbûna gol û derdorê, hilweşandin û her wiha ciyên dehl û golegenî islah kirin.

Qaymeqam û Wekîlê Şaredarê Îpekyoluyê Îhsan Emre Aydin ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, projeya ku ew pir girîngiyê didinê dê hem kêrî turîzmê û hem jî kêrî îstixdamê were û wiha got:

"Gava Projeya Banda Qeraxê kuta bibe, li dewrûbera Keleha Wanê liv û tevgereke zêde dê çêbe. Wekî qonaxa ewil me parqek plan kir ku li ser 116 hezar metrekareyî ava dibe. Ji vê 75 hezar metrekare dê bibe qada hêşîn. Tê da rêmeş û rêya duçerxê, ciyên konser, kafe û çalakiyê hene. Ev der dê bibe ciyekî xweş ê ji bo wextborandinê."

Aydin bal kişand ku proje dê xizmeta pêşketina bajêr û geşbûna turîzmê bike û wiha domand, "Bi vejîna Bajarê Kevn ê Wanê va gelek turîst dê bên vir. Îran di serî da ev der dê ji bo turîstên xwemalî û biyanî bibe destînasyonekê. Me qadeke konserê ya 30 hezar kesî plan kir. Gava proje biqede dê ji bo bi hezaran kesî deriyê îstixdamê vebe. Em ê îhaleya wê hefteya din bikin. Binesazî, sersazî, av, ceyran, rê û mekanîka wê tevda dê heya dawiya salê kuta bibe."

​​​​​​​

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE