Li Qersê 15 kesên ku di 4 wesayîtan da ji ber bagerê mehsûr man, hatin xelaskirin.
Li bajêr êvarê berfê dayê û bager rabû û tengasî çêbû. Ji ber ku mesafeya pêşdîtinê kêm bû, şofêran tengasî kişand.
Di rêya Bogazkoya ser navendê da minîbusek û 3 texsî ji ber bagerê mehsû man. Bagerê rê tije berf kir û erebe tê da man.
Li ser êxbara welatiyan ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr sewqî herêmê kirin û 15 kesên ku di 4 wesayîtan da mehsûr mabûn, hatin xelaskirin.
Ji kesên ku mehsûr mabûn Recaî Bulut spasiya ekîban kir û wiha dewam kir: "Em nêzî saetekê di rê da man, hewa pir sar bû. Wesayîtek ji rê derket, eêm li vê derê man."
Li bajêr bager hê dewam dike.AA