Li Qersê 24 koçberên bêdestûr ên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bibûn hatin girtin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan a Midûriyeta Ewlekariya Bajêr ji bo girtina qaçaxçiyên mirovan û kesên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûne xebat dan destpêkirin.
Di vê çarçoveyê da li hin ciyên bajêr operasyon hatin kirin û di operasyonan da 24 koçberên bêdestûr ên welatiyên Efxanistanê hatin girtin.
Hat ragihandin ku piştî karûbarên fermî koçberên bêdestûr ew ê werin dersînorkirin.AA