Ekîbên Îdareya Taybet a Qersê ji bo vekirina rêyên zozanan di meha hezîranê da xebatên paqijkirina berfê didomin.
Ji bo ku ajalvanên li bajarê ku lê çandinî û ajalvanî lê gelekî tê kirin hêsantir derkevin zozanan ekîbên paqijkirina berfê seferber bûn.
Rêyên zozanan ên li gundê Tuyguna li ser navçeya Selîmê ya 2500-2800 bilind e di meha hezîranê da jî ji ber berfê girtî ne.
Ekîbên Îdareya taybet a Bajêr ji bo ku koçer bi hêsanî derkevin zozanên behredar li rêya ku ji ber berfê girtî ye berfa ku bi qasî 2 mêtro bilind e paqij dikin.
AA