Li Qers û Erdexanê berfê erd spî kir

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê, sir û serma dewam dikin li Qers û Erdexanê jî berfê erd spî kir

Li Qers û Erdexanê berfê erd spî kir

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê barîna berfê û sir û serma dewam dikin.

Li Sariqamîşa navçeya Qersê berfa ku bi şev dest pê kir û binavber dewam kir, her der spî kir. Welatiyan berfa li ber mal û kargehên xwe paqij kirin.

Li devera Acisu ku raqima wê 2 hezar û 300 e, stûriya berfê gihîşt 10 santîmetreyî. Wesayît di rê da ji ber berfê bi zehmet çûn.

Welatî Umît Yaşar Gunay diyar kir ku îsal li Sariqamîşê timî berf barî û wiha dewam kir, "Îro serê sibê dîsa her der spî bû. Qedera 10 roj e berf dibare. Hevalên me yên ku heywanan xwedî dikin, pir di zehmetiyê da ne. Înşelah êdî dê bihar were."

- Erdexan 

Li Erdexanê jî nîvê şevê li ciyên bilind berf barî.

Berfa ku bi taybetî li dewrûbera Çiyayê Kisir barî, erd spî kir. Barîna berfê li deverên bilind binavber dewam dike.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE