Li Qers û Erdexanê germahiya hewayê daket binê sifirê

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.

Li Qers û Erdexanê germahiya hewayê daket binê sifirê

 Li Qers û Erdexana bajarên Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev germahiya hewayê deket binê sifir pileyî.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be.

Li herêmê germhiyê wekî ya demsalê be, bayê ji aliyê bakur ra rabe, dibe ku carcaran ba guj bibe.

Bi şev germahiya hewayê li Qersê di binê sifirê da 3, li Erdexanê di binê sifirê da 1, li Agirî û Erziromê 1, li Erzincan û Îdirê 6, li Tunceliyê 8 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku di nav rojê da germahiya hewayê li Tunceliyê 23, li Erzincanê 21, li Îdir û Agiriyê 18, li Qers û Edexanê 15, li Erziromê 14 pile be.AA

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2019, 17:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE