Li Qersê germahiya hewayê: di bin sifirê da 8 pile

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li seranserê herêmê hewa wê ewrayî û kêm ewrayî be.

Li Qersê germahiya hewayê: di bin sifirê da 8 pile

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê di bin sifirê da 8 pile li Qersê hat pîvandin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12mîn a Meteorolojiyê li seranserê herêmê hewa wê ewrayî û kêm ewrayî be.

Li herêmê germahiya hewayê wê gorî asayiyên demsalê be û ji alî bakur va jî bayê ku wê nerm bê car caran dê tesîra xwe zêde bike.

Li seranserê herêmê ber destê sibehê û bi şev qeşa, cemed û mij û moran wê çêbe.

Germahiya herî kêm a li herêmê bi şev li Tunceliyê 2, di bin sifirê da li Qersê 8, Erdexanê 7, Erziromê 5, Agiriyê 4, Erzincanê 2 û Îdirê jî 1 pile hat pîvandin.

Di nav rojê da jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 17, Erzincan û Îdirê 14, Qersê 12, Erzirom, Agirî û Erdexanê 11 pile tê payîn.

- Li Qersê hewa sar e

Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji ber hewaya sar dar û beran cemed girt.

Li navçeyê camên wesayîtan jî cemed girtin û hinek çem û derên avî qerisîn. Digel sir û seqemê hin şivanan pezên xwe diçêrandin û dîmenên roviyekî ku ji xwe ra li xwarinê digeriya jî hat kişandin.

Ji welatiyan Serhat Yildiz destnîşan kir ku êdî hewa sar bû û wiha domand: "Bi taybetî jî bi şev êdî gelekî sar dibe. Dema serê sibehê em radibin camên wesayîtên me cemed girtine. Zivistana Sariqamîşê hêdî hêdî va xwe nîşan dide."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE