Li Taxa Karadagê ya Qersê ji ber ku berf heliya 10 mal û hin tewle di bin avê da man.
Li bajêr ji ber ku germa hewayê li gor demsalê zêde ye berf heliya.
Ji ber vê li Taxa Karadagê 10 mal û hin tewle di bin avê da man.
Ekîbên Şaredariya Qersê, Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê (AFAD), Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), Rêveberiya Taybet a Bajêr û Midûriya Bajêr hatin herêmê.
Ekîban 2 kes ji malan derxistin.
Qasî 82 heywanên di tewleyê da asê man jî hatin xelaskirin.
Gelek ka û alavên çandiniyê di bin avê da man.
Li Taxa Aydinlikevlerê jî duh ji ber ku berf heliya û qanala avê li ser ra avêt gelek mal û tewle di bin avê da mabûn, ekîban 40 kes texliye kiribûn.
AA