Li Qersê ji ber berfa ku veheliya li taxa Aydinlikevlerê mal, tewle û gom di binê avê da man û ekîb xebatên xwe didomînin.
Li kuçeya Ufukê ku av jê vedikişe, ekîbên şaredarî, Karên Avê ya Dewletê (DSÎ), Midûriya Rewşa Afat û Acilê ya Bajêr (AFAD), Îdareya Taybet a Bajêr û ekîbên îtfaiyeyê dixebitin.
Ekîbên şaredariyê li ser rêyan hefriyat ro kir û rê rast kirin, ji bo cihên ku av lê golî bûne jî seba texliyekirinê cewên nû çêkirin.
Ekîbên DSÎyê jî kanalên girtî vekirin ku avê texliye bikin. Her wiha ekîban kanalên xitimî jî paqij kirin.
Walî û Cîgirê Şaredar Turker Oksuz xebatên ekîban di cî da kontrol kirin.
Li bajêr 4 roj berê ava berfa ku veheliya da binê taxa Aydinlikevlerê û 40 kesên ku li taxê mehsûr mabûn, hatibûn xelaskirin.