Li Qersê mezûnên heman lîseyê daristaneke 1000 fîdanî ya bîranînê danîn

Endamên grubê bi personelên Midûriya Dezgeha Daristanên Sariqamîşê ra li ser nêzî 5 donimî 1000 fîdan danîn.

Li Qersê mezûnên heman lîseyê daristaneke 1000 fîdanî ya bîranînê danîn

 Li Qersê mezûnên Lîseya Sariqamîşê di çarçoveya projeya "Hezar Fîdan Hezar Can" da ji bo danîna daristana bîranînê 1000 fîdan çikandin.

Gruba Piştevaniyê ya Lîseyiyan a Sariqamîşê di kordîneya Prof. Dr. Cemşît Karakurt da li herêma Sarikamîş Dîkenlî Tabyayê hatin ba hev.

Endamên grubê bi personelên Midûriya Dezgeha Daristanên Sariqamîşê ra li ser nêzî 5 donimî 1000 fîdan danîn.

Ji endaman Ayhan Kaya ji nûçegihanê AAyê ra got ku wan wekî mezûnên Lîseya Sariqamîşê çalakiya danîna fîdanan kir kevneşopî.

Kaya diyar kir ku danîna fîdanan wezîfeyeke pîroz e û wiha dewam kir, "Em spasiya her kesên ku keda wan tê da çêbûye, dikin. Wekî malbat vê pêvajoyê îro em, sibê jî zarokên me wê heta hetayê bidomînin."

Mezûnê Lîseya Sariqamîşê mamoste Halît Delîbaş jî got ku ew kêfxweş e ku bi xwendekarê xwe ra fîdanan datîne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE