Li Qersê piştî ku ava bendavê kêm bû avahiyên dîrokî derketin ser rûyê avê

Li Qersê piştî ku ava bendavê kêm bû avahiyên dîrokî derketin ser rûyê avê

Li Sariqamîşa navçeya Qersê piştî ku ava Bendava HESê ya Karakurtê kêm bû, malên gund û avahiyên dîrokî yên di binê avê da mabûn derketin ser rûyê avê.

Bendava HESê ya Karakurtê ya ku 28 kîlomêtro durî navçeyê ye ji hêla Karûbarên Avê ya Dewletê va (DSÎ) hat temamkirin, di 8ê Sibata 2022yan da av di bendavê da kom bû û gund di binê avê da ma.

Ji ber ku hewa her ku diçe germ dibe û têra xwe baran nabare asta ava bendavê jî kêm bû.

Piştî ku ava bendavê vekişiya malên gund û avahiyên dîrokî yên wek mizgeft û dêr yên di binê avê da mabûn jî derketin ser rûyê avê.

Welatî û wênekêş çûn gund, dîmen û wêneyên wan kişandin.

Wênekêşê amator Ayhan Sazak ji nûçegihanê AAyê ra got ew ji Stenbolê hatiye Qersê ku wêneyan bikşîne.

Sazak got Qers xwedî siruşteke bêhempa ye û wiha axivî: "Beriya vê dema em hatibûn ev der di binê avê da bû. Niha av vekişiya ye û gund dixûyê. Em wêneyan dikşînin. Me wêneyên dêrê û avahiyên dîrokî kişandin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE