Li Qersê qezaya trafîqê: 20 birîndar

Di qezaya trafîqê ya li ser rêya Qers-Erziromê da li gorî encamên ewil 20 kes birîndar bûn

Li Qersê qezaya trafîqê: 20 birîndar

Di qezaya trafîqê ya ku li Qersê çêbû da li gorî encamên ewil 20 kes birîndar bûn.

Mîdîbusa rêwiyan ku plaqeya wê 36 AY 851 e û navê ajokarê wê hê diyar nebûye ya ku ji Qersê ber bi îstiqmeta Erziromê diçû, li tira ku plaqeya wê 55 AAC 646 e û li tanga Newala Keklîkê li rexê rê welgeriyaye, qelibî.

Di qezayê da li gorî encamên ewil 20 kes birîndar bûn. Gelek ambulans û ekîbên cendirmeyan şandin ciyê bûyerê.

AA

Dîroka nûkirinê: 12 Çile 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE