Li Qersê rêya zozanê ya ku qismek wê ji ber berfê girtîbû hat vekirin

Li Qersê rêya zozanê ya ku qismek wê ji ber berfê girtîbû hat vekirin

Li Selîma navçeya Qersê qismê 200 metreyê rêya zozana gundê Tuygunê ji ber berfê girtî bû û piştî xebata ekîban ji koçeran ra hat vekirin.

Ekîbên Îdareya Taybet ku seranserê zivistanê ji bo vekirina rêyên bi berfê hatibûn girtin dixebitîn digel dawiya meha Hezîranê li ser karê xwe ne û ji bo vekirina rêyên li deverên bilind ku berfê girtiye dixebitin.

Bi qasî 200 metreyê rêya zozana li ser gundê Tuygunê ye ji ber berfê girtî bû û ji bo ji koçeran ra bê vekirin ekîban dest bi xebatê kir.

Şêniyên herêmê û koçer havînê derdikevin zozanê lê ji ber ku berf îsal zêde barî û ya li ser qismekî rê hê neheliyaye ekîban dest bi xebatê kir.

Di xebatên vekirina rêya ku stûriya berfê qasî 3 metreyî bû da 2 kepçe û greyderek şixulîn û qismê 200 metreyî piştî xebata 7 saetan kişand hat vekirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE