Li Herêma Rojhilata Anadoluyê di sir û seqema zivistanê da li Qersê Şelaleya Susuzê qerimî.
Li Qersê bişev germa hewayê 18 pile di binê sifirê da hat pîvan û çem, robar, golên piçûk û şelale qerimîn.
Şelaleya Susuzê ku li ser rêya Qers û Erdexanê ye û 15 mêtre ji jor va diherike jî di sermayê da bi temamî qerimî.
Şelale piştî ku qerimî, dîmenên wê yên bêhempa derketin holê.
Ji welatiyan Adem Alp diyar kir ku hewa li bajêr pir sar e û wiha dewam kir, "Şelaleya Susuzê ya li er rêya Qers û Erdexanê qerimî. Ev çend roj in li Qersê hewa pir sar e û çem û robar qerimîn."
AA