Li Qersê ji ber hilbijartina mixtariyê şer derket û di şerê ku çov bi kar anîn da 5 kes birîndar bûn.
Piştî hilbijartina mixtariyê ya 31ê adarê da li gundê Yalinkayaya li ser navendê di navbera du koman da ji ber namzediya mixtariyê nîqaş derket.
5 roj piştî nîqaşê herdu alî îro li Kolana Faîkbeyê ya li navenda bajêr rastî hev hatin û di navbera koman da şer derket û çov hatin bikaranîn. Di şer da A.H, D.B, Y.H, M.H. û Ç.B. birîndar bûn.
Polêsên ku hatin cihê bûyerê alî aş kirin.
5 kesên ku di şer da birîndar bibûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Harakanî ya Qersê û Nexweşxaneya Navenda Sepan û Lêkolîna Tenduristiyê ya Zanîngeha Kafkasê.
Polêsan hin kesên ku tevî şer bibûn jî binçav kirin.
AA