Li Qersê texsî li diwêr qelibî û 4 kes mirin

Li Qersê texsî li diwêr qelibî û 4 kes mirin

Li Qersê texsiyek li diwarê baxçe qelibî û 4 kesên di wesayîtê da mirin û zarokek jî birîndar bû.

Texsiya bi plaqeya 36 SE 555 a Alperen Demîral diajot ji Kolana Alî Gaffar Okkan ra derbas dibû û li tanga Pireya Mîhralîbegê li dîwarê baxçe qelibî.

Li ser îxbara welatiyan ekîbên polês, AFAD, Serwêsa Acil a 112ê û agirkujiyê hatin herêmê.

Ekîbên tenduristiyê tesbît kirin ku ajokar, Tolga Demîral, Tekîn û Burçîn Alîn li dewsa bûyerê mirine.

B.A.yê zarokê 9 salî jî birîndar bû û ekîban rakirina Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê. Hat ragihandin ku rewşa birîndar giran e.

Eqrebeyên qezezedeyan hatin dewsa bûyerê û bi xwe va çûn.

Piştî otopsiya li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Harakaniyê cinaze piştî nimêja nîvro ji Mizgefta Kamerê rakirin û li Goristana Taxa Yeniyê hatin binaxkirin.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE