Li Qersê 2 otomobîl li hev qelibîn: 10 birîndar

Li navçeya Arapçaya Qersê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Li Qersê 2 otomobîl li hev qelibîn: 10 birîndar

 Li navçeya Arapçaya Qersê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 10 kes birîndar bûn.

Otomobîla bi plaqeya 20 AZF 69 ya ku Aykut Demir diajot, li rêbeja Qers-Akkayayê li dexma Gola Kuyucukê, li otomobîla bi plaqeya 36 AAC 041 ya ku Guven Konca diajot, qelibî.,

Di qezayê de herdu ajovan û Dogukan, Abbas, Kadîr, Gurkan, Simizar û Burhan Demir herwiha Umut Alî û Efe Nevruz Konca yê ku di otomobîlan de bûn birîndar bûn.

Ekîbên 112a Servîsa Acil birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kars Harakaniyê.

Rêbeja Qers-Akyakayê ku maweyekê bi sedema qezayê hatibû girtin, piştî rakirina otomobîlan ji hatûçûnê re vebû.

AA

Dîroka nûkirinê: 22 Tebax 2018, 10:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE