Li Qibrîsê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin tetîlkirin

Li Qibrîsê ji ber vîrusa koronayê dibistan hatin tetîlkirin

Li Komara Tirk a Qibrîsa Bakur (KKTC) Wezîrê Perwerdeya Neteweyî û Çandê Nazim Çavuşoglu daxuyand ji bo li hemberî vîrusa koronayê ya nû tevdîr bên dîtin, hemû dibistan heta 15ê adarê hatin tetîlkirin.

Çavuşoglu dema Lijneya Wezîran dewam dikir daxuyaniyek da.

Çavuşoglu got ji bo tevdîrê hemû dibistan heta 15ê adarê hatin tetîlkirin, di dawiya hefteyê da ev biryar wê careke din bê nirxandin.

Wezîrê Tenduristiyê Alî Pîllî daxuyandibû bi turîsteke jin a Alman ra vîrusa koronayê ya nû hatiye tespîtkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Adar 2020, 17:50
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE