Dinya germ bû û êdî wextê qusandina pez e. Li Qilêbana Şirnexê jî xwediyên pez heywanên xwe diqusînin. Piştî qusandinê him şîrê pez zêde dibe him jî siheta heywanan...
Li Qilebana Şirnexê heywandar weke her sal, pezê xwe dibin zozana Avaspî û wan diqusin.
Bi vê yekê him heywan siviktir dibin him jî şîrê wan zêde dibe.
Her wiha qusandina hiriyê ji bo tenduristiya pez jî gelekî girîng e.
Piştî heywanan ji hiriyê dikin, vê carê jî wan dixin ava cemidî û paşê berdidin çolê.