Li Qişleya Sakaryayê ya Polatliyê teqîna muhîmatê

Wezareta Beravaniya Neteweyî ragihand, "Di teqîna dema perwerdeya çekên giran de li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê de, 5 hevalçekên me yên qehreman birîndar bûn."

Li Qişleya Sakaryayê ya Polatliyê teqîna muhîmatê

Wezareta Beravaniya Neteweyî ragihand ku li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê ya li Qişleya Sakaryayê ya Polatliya navçeya Enqereyê, dema perwerdeyê teqîn çêbûye û 5 esker birîndar bûne.

Li ser malpera Wezaretê derbarê qezaya li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê ya li navçeya Polatliyê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Di teqîna dema perwerdeya çekên giran de li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê de, 5 hevalçekên me yên qehreman birîndar bûn Hevalçekên me yên ku di qezayê de birîndar bûn demildest rakirin nexweşxaneyê tên dermankirin. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin."

Serok Erdogan derbarê bûyerê de agahî stendin

Serok Recep Tayyîp Erdogan derbarê qezaya li Fermandariya Dibistana Top û Mûşekê ji Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar û ji Waliyê Enqereyê Vasip Şahin agahî sitendin.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE