Li Qoserê xwarina aştiyê

Du malbatên neyar piştî 28 salan li hev hatin...

Li Qoserê xwarina aştiyê

Li Qosera navçeya Mêrdînê êşîra daşî û ya aşîtiyê ev gelek sal in neyarên hev bûn. Bi navbeynkariya Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman û mezinên herêmê her du malbat bi xwarineke aştiyê li hev hatin.

Daşî û Aşîtî du eşîrên mezin ên Qosera navçeya Mêrdînê ne.

Her du malbat di sala 1991ê de ji ber sedemeke biçûk bûn neyar û wê neyariyê dewam dikir.

Piştî 28 salan Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman û mezinên herêmê ji bo lihevanîna her du malbatan ketin dewrê.

Ji bo aştiyê xwarin hat dayîn û 5 hezar kes beşdarî xwarinê bûn.

Xwarina aştiyê bi xwendina Qurana Kerîm dest pê kir.

Piştî xwarinê jî malbatên Daşî û Aşîtiyê li hev hatin.

Navbeynkaran eşkere kir ku wê ji bo lihevanîna eşîrên din jî bixebitin.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 12:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE