"Li Quds û Xezeyê zarok namirin însanetî bixwe dimire"

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê bi wesîleya Bibîranîna Ataturk û Cejna Spor û Ciwaniyê ya 19ê Gulanê di Hevdîtina Nûnerên Ciwan û Bernameya Nasandinê ya TRT Spor Yildizê da axivî.

"Li Quds û Xezeyê zarok namirin însanetî bixwe dimire"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Li Quds û Xezeyê zarok namirin însanetî bixwe dimire."

Erdogan li Navenda Çand û Kongreyê ya Gel ya Beştepeyê bi wesîleya Bibîranîna Ataturk û Cejna Spor û Ciwaniyê ya 19ê Gulanê di Hevdîtina Nûnerên Ciwan û Bernameya Nasandinê ya TRT Spor Yildizê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got di 19 salên dawîn da bi saya îqlima îstiqrar û pêbaweriyê ku me tesîs kir, welatê me derfet û îmkanê bi dest xist ku di her warî da potansiyela xwe ya rastîn nîşan bide.

Erdogan diyar kir îro êvarê di seet 19.19an da li çar aliyê Tirkiyeyê wê bi welatiyên xwe ra Sirûda Îstiqlalê bixwînin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir li piraniya ciyên ku bi sedsalan bi saya sîwana edalet û ewlehiyê ya bav û kalên wan heyateke aram dihate jiyîn îro zilm, şer, rik û dijberî heye.

Erdogan diyar kir li Filistînê li ber çavên her kesî jin û zarok bi sedan însanên mesûm bi çekên teknolojiya herî pêşketî tên kuştin û wiha axivî, "Ji me ra dibêjin 'divê Erdogan wiha xeber nede'. Çi bikin, li çepikan bixin? Gava em li derekê zilmê bibînin em ê bi helwesteke mezin biqîrin. Hêzdar her gav mafdar nîne. Ji bona em ji dinyayeke ku mafdar hêzdar e bawer dikin û dixwazin ava bikin Tirkiye heye."

Serokomar Erdogan diyar kir li Quds û Xezeyê zarok namirin însanetî bixwe dimire.

Erdogan destnîşan kir li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê dewlet û saziyên navneteweyî yên der barê demokrasî, mafên mirovan, hiqûq, edalet, azadî û ewlehiyê da wezan didin dengê xwe dernaxin û li vê zilmê temaşe dikin û wiha axivî, "Kesên guhên xwe ji hewara mesûmên di bin zilma Îsraîlê da dinalin ra digirin esas ji bona felaka xwe bingehê amade dikin. Em dizanin ku heger em îro li hember tiştên li Qudsê diqewimin bêdeng bimînin sibê wê dor were ser bajarên me yên din yên pîroz. Heger ji bona xwedîlêderketina mezlûman û berxwedana dijî zilmê berdêl hewce bike em ji bona vê berdêlê jî xwe nadin paş. Em dizanin ku heger îro em wezîfeya ku dîrok dide ser milên me bi fedekarî cî neynin kesên axên ku em li ser dijîn ji me ra zêde dibînin sibê wê li sitûyê me siwar bibin."

Serokomar Erdogan got çawa em îro li çema sitûyê hemû rêxistinên terorê yên êrîşî welatê me dikin siwar dibin, em ê dijî kesên ku herêma me dikin gola xwînê û şer derdixin jî têkoşîna xwe bidomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE