Li Qulpa navçeya Diyarbekirê ji bo ewlehiya peyayan îkonên hişyariyê yên bi Kurdî û Tirkî dan ser peyarêyên li pêşiya xwendingehan û peyayan.
Li Qulpê bi hevkariya Serokatiya Daîreya Gihandinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, Midûriyeta Zabiteyê ya Şaredariya Qulpê û Amirtiya Ewlekariyê ji bo pêkanîna ewlehiya peyayan li ser kolanên trafîka wan zêde ne dîmenên hişyariyê yên bi Kurdî û Tirkî bi cî kirin.
Rayedarên Şaredariya Qulpê diyar kirin ku xebatên li kolanên Diyarbekir û Demircîlerê û Bulvara Turgut Ozal hatin temamkirin, li ciyê hewce dikin ên wekî pêşiya xwendingehan û rêyên peyayan hişyariyan dinivîsînin.