Hilberînerên hingiv ên Sêrtî li Zozanê Çemîkareyê yê li quntarê Çiyayê Herekolê di nav hizûrê da hilberîneriya hingiv dikin.
Mozvanên ku bi rê û rêbazên siruştî hilberîneriya hingiv dikin, seba hilberîna hingiv piraniya salê ji malbata xwe derbas dikin. Bi operasyonên hêzên asayîşê li zozanan hizûr çêbû û mozvan di çardaxên zozanan da dijîn û rûyê wan bi xêr û bereketa hingiv geş dibe.
Saziya Patent û Marqeyê ya Tirk 17 sal berê hingivê Perwariyê tescîl kir û îşareta coxrafî dayê. Serokê Yekîtiya Hilberînerên Hingiv ên Sêrtê Nezîr Çetîn diyar kir ku ew li benda rekolteyeke zêde ne.
Çetîn diyar kir ku li Şîrwan û Perwariyê 300 kewarên wî hene û wiha axivî: "Par ji 200 kewarên fennî ji min ra 900 kîlo, ji 100 kewarên reş jî 600 kîlo hingiv ji min ra hat. Ez îsal jî li bendê me ku xêr û bereketa wê zêde bibe. Weke min mozvanên din jî li benda rekolteyeke zêde ne."
Ji hilberîneran Mehmet Salih Kadaş jî diyar kir ku 200î zêdetir kewarên wî li zozanê hene û wiha dewam kir:
"Em li Zozanê Çemîkareyê yê 2 hezar raqimî hilberîneriya hingiv dikin. Me dest bi berhevkirina hingivê kewarên fennî kir. Ji ber ku li zozanan dewlemendiya nebatan heye, bala mozvanan dikşîne. Enqere û Stenbol di serî da em hingiv difroşin gelek deverên welêt."
- Hişyariya hingivê Îranê
Kadaş hişyarî da ku hingivên ji Îranê tînin, bi navê "Hingivê Perwariyê" difroşin û got ku ew di vê mijarê da li benda piştgriya rayedaran ne.AA