Li Îranê jimara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin, 197 zêde bû û derket 123 hezar û 695an.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 24 hezar û 857 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 1591 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 197 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 123 hezar û 695an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 765 hezar û 904an.
Ji nexweşên Kovîd-19ê 4 hezar û 924 kes li beşa nexweşên giran tên dermankirin
Wezaretê diyar kir, heta niha 47 milyon û 713 hezar û 258 kes doza ewil a aşiyê bûne, 22 milyon û 826 hezar û 536 kes jî her du dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 70 milyon û 529 hezar û 794 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.
Ji hêla din va 7 bajar di kategoriya "sor", 108 bajar di kategoriya "tûtik" û 248 bajar jî di kategoriya "zer" da ne. 85 bajar jî bê rîsk in û di kategoriya "hêşîn" da cî digrin.
AA