Li Îranê di 24 saetên dawîn da 276 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 276 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 122 hezar û 868an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 716 hezar û 394an.

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 276 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

 Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 276 zêde bû û derket 122 hezar û 868an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 13 hezar û 504 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 1968 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 276 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 122 hezar û 868an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 716 hezar û 394an.

Li tevahiya welêt rewşa 5 hezar û 218 kesên ku bi Kovîd-19ê ketine û di nexweşxaneyan da hatine razandin, giran e.

Wezaretê diyar kir, heta niha 45 milyon û 748 hezar û 724 kes doza ewil a aşiyê bûne, 19 milyon û 918 hezar û 743 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 65 milyon û 667 hezar û 467 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Li gor grûbên rîskê li tevahiya welêt 7 bajêr di kategoriya "sor" ku tê wateya "rîska zêde", 108 bajêr di kategoriya "tûtik" ku tê wateya "rîska nîvek", 248 bajêr di kategoriya "zer" ku tê wateya "rîska kêm" û 85 bajêr di kategoriya "şîn" ku tê wateya "bê rîsk" da ne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE