Li Îranê di rojekê da 179 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 179 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 26 hezar û 746an.

Li Îranê di rojekê da 179 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 179 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 26 hezar û 746an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ji ber şewba Kovîd-19ê di rojekê da 179 kes mirin û 3 hezar û 523 nexweşên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir hejmara kesên ji ber vîrusê mirin derket 26 hezar û 746an û hejmara kesên bi vîrusê ketine jî derketiye 468 hezar û 119an.

Sîma Sadat Lariyê destnîşan kir ku rewşa 4 hezar û 127 kesên bi Kovîd-19ê ketine giran e û hejmara kesên heta niha baş bûne jî derketiye 387 hezar û 675an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Sîma Sadat Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 4 milyon û 98 hezar û 161 test hatine kirin û got ku ji 31 eyaletên li welêt 30 eyalet di nav herêmên "sor" û "xeternak" da cî digirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE