Li Îranê ji ber Kovîd-19ê jimara miriyan gihîşt 1433 kesan

Li welêt di 24 saetên dawîn da 149 kes mirin û jimara weqayan jî gihîşt 19 hezar û 644 kesan.

Li Îranê ji ber Kovîd-19ê jimara miriyan gihîşt 1433 kesan

 Li Îranê ji ber vîrûsa koronayê ya bi tîpa nû (Kovîd-19) jimara kesên mirin 149 zêde bû û gihîşt 1433yan.

Alîkarê Wezîrê Tenduristiyê yê Îranê Elî Riza Reîsî di weşana qanala têlevizyona dewletê da daxuyanî da û ragihand ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê li seranserê welêt 149 kes mirin.

Bi jimara dawîn va heta niha bi tevahî 1433 kes li Îranê ji ber şewbê mirin û hejmara kesên Kovîd-19 bi wan geriya jî 1237 zêde bû û gihîşt 19 hezar û 644an.

- 6 hezar û 745 kes baş bûn û şandin malê

Reîsî destnîşan kir ku ji ber şewba Kovîd-19ê li Îranê heta niha 6 hezar û 745 kes baş bûn û şandin malê wan.

Ji ber şewbê piştî Îtalya û Çînê welatê ku herî zêde mirov lê mirin Îran e û li wê derê jî cara ewil vîrusa koronayê di 19ê Sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tespîtkirin û paşê jî pekiya eyaletên din.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE