Li Îranê ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 117 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 4 hezar û 474an.
Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê (IRNA) Kiyanuş Cîhanpurê Berdevkê Wezareta Tenduristiyê daxuyand ku di 24 saetên dawîn da ji ber Kovîd-19ê 117 kesên din jî mirin.
Cîhanpur got bi mirina van kesan va hejmara miriyan gihîşt 4 hezar û 474an, 1657 waqieyên teze hatin tesbîtkirin ku hejmara kesên virus gihîştiye wan jî bû 71 hezar û 686.
Cîhanpur anî ziman rewşa 3 hezar û 930 kesan giran e, 43 hezar û 894 kes jî piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê hatine derxistin ku rewşa wan baş e.
Li Welêt Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tespîtkirin.