Li raqima 2 hezar û 800 hînbûna kaşûnê

Li Hakkariyê xwendekarên zanîngehê li navenda raqim 2 hezar û 800 kaşûnê hîn dibin

Li raqima 2 hezar û 800 hînbûna kaşûnê

Li Hakkariyê ji bo xwendekarên zanîngehê yên li wargehên KYKyê dimînin, di çarçoveya xebata Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Parêzgehê da bêpere, perwredeya kaşûnê tê dayîn.

Li Hakkariya ku wekî bajarê berfê tê pênasekirin ku zivistana wê dijwar û dirêj e, digel xwendekarên dibistana seretayî û navînî, xwendekarên zanîngehê jî fêrî kaşûnê dibin.

Midûriyeta Parêzgehê xebat da destpêkirin da ku xwendekarên zanîngehê yên li wargehên KYKyê dimînin, fêrî kaşûnê bibin.

Xwendekar kom bi kom bi wesayîtên ku ji hêla saziyê tên terxankirin, diçin Navenda Kaşûnê ya Mêrga Botan a raqim 2 hezar û 800 û li vê derê ji antrenoran bêpre perwerdeya sereke distînin.

Sazî her wisa firavînê jî dide xwendekaran. Xwendekar jî bi xêra van derfetan hem demeke xweş diborînin û hem jî hinekî ji stresa dersan dûr dikevin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE