Li ser Rêbeja Anadoluyê ya li tanga Duzceyê tirek û minîbêsek li hev qelibîn, di qezayê da 5 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên hatin sitandin, minîbêsa bi pîlaqeya 27 F 7992 a Bedîr A. diajot û tira bi pîlaqeya 06 BDP 32 a Alîşan S. diajot li tanga Yeşîlyaylayê ber îstiqameta Stenbolê li hev qelibîn.
Ajokarên din haya ekîban pê xistin û li ser vê ekîbên polês, tenduristî û agirkujiyê sewqî herêmê kirin.
Di qezayê da 5 kes mirin û 6 kes birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên li dorberê.
Ekîb xebatên xwe didomînin, rêya ber bi Stenbolê vê gavê ji şirîtekê ra xizmetê dike.