Li Reqayê Esed hat protestokirin

Sûriyeyiyên ku naxwazin rejîm vegere, bertek nîşan dan

Li Reqayê Esed hat protestokirin

Minbic heta doh di destê rêxistina terorî pkk/ypg’ê de bûn. lê Esed her du bajar jî bi dest xistin. sûriyeyiyên ku naxwazin rejîm û terorîst li herêmê bin, bi alaya tirkiyê meşiyan. xelk dixwaze herêm êdî azad be.

Li Minbicê bi sedan kes daketin kuçeyan.

Wan, rejîma Esed û rêxistina terorî PKK/YPG’ê protesto kirin.

Piştî Operasyona Kaniya Aştiyê eskerên Emerîkayê ji herêmê vekişîn.

Rejîma Esed ket wê derê.

Minbic di sala 2016an de piştî rêxistina terorî DEAŞê ketibû destê rêxistineke din a terorî PKK/YPGê. Niha jî eskerên Esed di bajêr de ne.

Xelk ji bo ku bertek nîşan bide, daket kuçeyan.

Sûriyeyîyên ku naxwazin Esed û rêxistinên terorî li wir bin, çalakî li dar xist.

Gel bang kir ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyê li Minbîcê jî operasyonê bike.

Li Reqayê jî çalakiyek hat lidarxistin.

Ewilî bajar ket destê rêxistina terorî DEAŞê û dûv re jî bi piştgiriya koalîsyona Emerîkayê, PKK/YPGê ew der bi dest xist.

Piştî 5 salan niha jî eskerên Esed dîsa li nav bajêr in.

Xelk ji vegera rejîmê ne memnun e û vê yekê venaşêre.

Şêniyê Reqayê bi hev re got; “Em li ber Esed serê xwe natewînin”.

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 09:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE