Li Rihayê 2 endamên DEAŞê hatin girtin

Li navçeya Akçakaleyê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê de 2 jinên ku Interpol lê digeriya hatin binçavkirin...

Li Rihayê 2 endamên DEAŞê hatin girtin

Li Akçakaleya navçeya Şanliurfayê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê de 2 jinên ku Interpol lê digeriya hatin binçavkirin.  

Li gor agahiyan, yekîneyên hidûd di dema ku li taxê Alincaka nêzî sînorê Sûriyeyê dewriye diavêt tesbît kirin ku 2 jin û 9 zarokên bi wan re dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin.,

Tîman li ser vê dest bi operasyonê kir û 2 jin û zarokên bin wan ra binçav kirin. 

Jinên şikbar ji bo îfadeyê birin Fermandariya Cendermeyan a Akçakaleyê.

Hat tesbîtkirin B.I û F.Bya ku ji Rûsyayê ne û der barê wan de ji hêla Înterpolê va biryara lêgerînê hatiye derxistin. 

Şikbarên jin di îfadeya xwe da gotin mêrên wan li Sûriyeyê hatine kuştin û wan jî dixwest ji ser Tirkiyeyê derbasî Rûsyayê bibin. 

Şikbar piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê kirin. 

Dîroka nûkirinê: 03 Tîrmeh 2019, 17:10
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE