Li Bozovaya navçeya Rihayê di şerê ku di navbera du malbatan derket da 6 kes birîndar bûn.
Li Taxa Kesmetaşê ya li çolwarê navçeyê di navbera du malbatan da ji ber sedemeke hê nayê zanîn nîqaş derket û nîqaş mezin bû û guherî şer.
Di şerê ku kevir û çov hatin bikaranîn da 6 kes birîndar bûn, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bozovayê.
Ekîbên cendirmeyan ên ku li ser îxbarê hatin cihê bûyerê 3 kes binçav kirin.
AA