Li Siwêreka navçeya Rihayê di çaroveya têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê ekîbên aşiyê yên mobîl hatin avakirin û ew bi taybetî li deverên gundewar bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî anonsan dikin û dixwazin ku bila welatî aşî bibin.
Di çarçoveya xebatên aşîkirinê da ku Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeyê birêva dibe da ekîbên aşiyê yên mobîl hatin avakirin û ew ji bo welatiyên li dervayê navend û navçeyê dijîn û nikarin werin aşî bibin, li ser karin.
Ekîbên tenduristiyê ji aliyekî va aşiya welatiya dikin û ji aliyekî va jî ji bo welatî bikaribin ji vê xizmeta heta ber piyê wan çûye îstifade bikin bi Tirkî, Kurmancî û Zazakî bang dikin.
- "42 ekîbên mobîl xebatên aşîkirinê didomînin"
Osman Guzenê Midûrê Tenduristiyê yê Navçeya Siwêrekê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo welatiyên li gundan dijîn û yên nikarin werin navendê ekîba aşiyê ya mobîl ji bo aşîkirina wan kesan dixebite.
Guzen destnîşan kir ku di têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê da rêya herî baş aşî bûne û wiha domand: "Ji bo aşîbûnê randevû hewce nake em bi xwe aşiyê dibin per piyê welatiyan. Ekîba me ya mobîl îro li hemû taxên gundewar geriyan û welatî agahdar kirin û kesên xwestin aşî bibin jî aşî kirin."
Ji şêniyên Taxa Eskîhanê Mehmet Ortakaya destnîşan kir ku bi hatina ekîba tenduristiyê ew nû aşî bû û xwest ku bila herkes aşî bibe.
AA