Li Rihayê jimara fabrîqeyên bi piştgiriya dewletê hatin avakirin zêde dibe

Bi saya piştgiriya dewletê li Herêma Pîşesaziyê ya Organize ya Rihayê di 3 sal û nîvê da 209 fabrîqeyan dest bi fealiyetê kir

Li Rihayê jimara fabrîqeyên bi piştgiriya dewletê hatin avakirin zêde dibe

Li Rihaya ku pêşiya wan bajaran tê ku ji piştgiriyên ku ji bo herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tên pêkanîna sûd werdigire li Herêma Pîşesaziyê ya Organize ya Rihayê di 3 sal û nîvê da 209 fabrîqeyan dest bi fealiyetê kir û piştgirî da îstihdamê.

Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ku salên borî ji ber terorê di jiyana civakî û aborî da tengasî kişandin di demên dawîn da jî bi îstihdam û veberhênanê tê bibîranîn.

Piştgiriyên ku ji bo bajarên Başûrê Rojhilatê hatin pêkanîn li Rihaya ku yek ji bajarên sereke yên herêmê ye piştgirî dide îstihdamê.

Gelek karsazên xwestin avantajên ku Wezareta Xezîne û Darayiyê, Wezareta Bazirganiyê û Wezareta Malbat, Xebat û xizmetên Civakî pêk tînin û didin hilberîner û veberhênerên dixwazin ku piştgiriyê bidin pêşketin û mezinbûna Tirkiyeyê bi kar bînin li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Rihayê di 3 sal û nîvê dawîn da 209 fabrîqeyên mezinahiya wan cuda vekirin.

Bi saya fabrîqeyên hatin vekirin 14 hezar kes bûn xwedî kar.

- "Tekstîl û solkerî sektorên derdikevin pêş"

Midûrê Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya Rihayê Yunus Emre Aksu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji hêla qadê va xwedî yek ji 10 herêmên pîşesaziya organîze yên herî mezin ên Tirkiyeyê ne.

Aksu got gelek fîrmayên pêlavan li Herêma Pîşesaziyê ya Organîze ya li bajêr fabrîqeyên nû vekirin û dest bi xebatên dezgehî kirin û diyar kir ku di heyamên pêş da plan dikin ku li herêmê fabrîqeyên nû jî bên avakirin.

Aksu bal kişand ku bi saya piştgirî û teşwîqên dewletê di pîşesaziyê da lîvdariyeke cidî çêbû û got ku "Yek ji bajarên ku veberhênerên dixwazin ji teşwîq û piştgiriyan sûd wergirin herî zêde tercîh dikin Riha ye. Di nav sektorên ku derdikevin pêş da tekstîl û solkerî heye û bêtir serlêdanên ji bo vê qadê hene."

Aksu ragihand ku bi saya veberhênanên van salên dawîn niha 28 hezar kes li herêmê hatine îstihdamkirin û got ku bi veberhênanên nû dê ev jimar bi lez zêde bibe.

Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Rihayê Halîl Îbrahîm Peltek jî got ku Tirkiye di van salên dawîn di nav pêşketineke mezin da ye.

Peltek destnîşan kir ku her wezaret ji bo ku bêkarî biguhere îstihdamê firsendên cuda cuda pêşkêş kirin û got ku di herêmî da jî walîtî, Ajansa Pêşketinê ya Qerejdaxê û bi hevkariya Odeyê ji bo veberhêneran her cure hêsanî tê kirin.

Peltek behs kir ku piştgiriyên dewletê dan bi lez guherîn veberhênanê û ragihand ku bi saya vê yekê îstihdam jî zêde bû.

Peltek qal kir ku guh didin tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û li herêmê hilberînê didomînin.

Peltek got ku li herêmê ji bo 13 fabrîqeyên nû binesazî amade ye û diyar kir ku ev der jî li benda veberhênerên xwe ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE