Li Rihayê lazût îsal bi ber û bereket bû

Îsal ber û bereket zêde ye, em li bendê ne bi qasî milyonek û 700 hezar ton lazût bê rakirin."

Li Rihayê lazût îsal bi ber û bereket bû

Li Rihaya ku li welêt yek ji navendên girîng ên çandiniyê ye îsal li milyon û 500 hezar dekarî lazût hat ajotin û bi vî berê xwe yê îsal va dilê cotkaran geş kir.

Di çarçoveya Plana Çalakiya Projeya Başûrê Rojhilatê Anadoluyê (GAP) da her ku diçe zeviyên tên avdan zêdetir dibin û dahata ji zeviyan jî pir dibe.

Li herêmê ji berên çandiniyê yên tên ajotin yek jî lazût e ku ew ji alifê heywanan bigre di çêkirina gelek tiştên din da tê bikaranîn niha ji bo cotkaran deriyê dahatê ye.

Di qasî milyonek û 500 hezar donim zeviya li Rihayê da lazût hat ajotin û niha xebatên bêderê tên kirin.

Ji serê donimê bi qasî hezar û hezar û 250 kîlogram lazût tê rakirin û bihayê lazûtê jî îsal ji ber ku zêde bû cotkarên ajotine jî kêfxweş in.

"Cotkarên me ji bihayê îsal ê lazût gelekî razî ne"

Serokê Odeya Ziraeta Rihayê Ahmet Eyyupoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Tirkiyeyê ji sedî 16yê lazût li Rihayê tê ajotin û wiha pê da çû: "Îsal ber û bereket zêde ye, em li bendê ne bi qasî milyonek û 700 hezar ton lazût bê rakirin. Bihayê lazûtê îsal li gor sala par ji bo cotkaran gelekî baş e. Îsal cotkarên me him ji berê û him jî ji bihayê lazût gelekî razî ne."

Ji cotkaran Îbrahîm Aslan jî got ku li 30 donim zeviyê lazût ajotiye û ji berê îsal razî ne.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE