Li Rihayê şerê çekdarî: 8 birîndar

Li Hîlwanê di navbera du malbatan de şer derket û 8 kes birîndar bûn...

Li Rihayê şerê çekdarî: 8 birîndar

Li Hîlwana navçeya Rihayê di navbera du malbatan de şer derket û 8 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên berdest, li taxa Golcukê ya bi qasî 20 kîlomêtreya ji navçeyê dûr e, du malbatên neyar li ser derxistina lûleyên zevîavdanê bezîn hev û şer kirin.

Di şer da bi dar, ber û çekan êrîşî hevdu kirin, di encamê da zarokek jî tev 8 kes birîndar bûn.

Li ser cawê, ekîbên Servîsa Acil 112ê birîndar revandin Nexweşxaneya Dewletê ya Hîlwanê, piştî mudaxeleya ewil birîndar şandin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê. 

Cendirmeyan li taxê û ber derê nexweşxaneyan tevdîr hildan.

Dîroka nûkirinê: 05 Hezîran 2019, 15:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE