Li Rihayê di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da taxek, 9 avahî û fîrmayekê hildan bin karantînayê.
Li gor daxuyaniya walîtiyê testa Kovîd-19ê ya hin welatiyên ku li navçeyên Sîwereg, Wêranşar, Eyyubiye, Xelîliye û Bîrecîkê dijîn pozîtîf derket.
Li ser vê Lijneya Hifzisihayê ya Bajêr di çarçoveya têkoşîna dijî şewbê da tevdîrên nû hildan.
Di vê çarçoveyê da temamiya Taxa karababaya li navçeya Bîrecîkê û 9 avahiyên li navçeyên din ji bo 14 rojan hildan bin karantînayê.
Di daxuyaniyê da hat ragihandin biryar hat dayîn ku fîrmayekê li Sîteya Pîşesaziyê ya Organîze ya 2yemîn a navçeya Eyyubiyeyê jî hildan bin karantînayê û hilberîn ji bo 14 rojan hat rawestandin.
AA