Li Rihayê Xwîndariya 7 salan qediya

Bi pêşengiya rayedarên bajêr xwîndarên bi salan li hev hatin

Li Rihayê Xwîndariya 7 salan qediya

Li Rihayê 7 sal berê ji ber kuştina kesekî du malbat bûbûn dijminên hev. Di navbera malbatê de xwîndariyeke mezin çêbûbû. Xwîndariya bi salan bi pêşengiya walî û şaredarê bajêr bi dawî bû.

Li Rihayê di navbera malbata Abur û Bardakê de dijminahiyeke 7 salan hebû.

Neyariya ji ber kuştinekê bûbû xwîndarî.

Ji wê demê heta niha herdu malbat dijminên hevdu bûn.

Alîkarê walî û şaredarê Eyubiyeyê ligel pêşengên civakî hewl dan ku herdu malbatan li hev bînin.

Ji bo lihevhatinê xwarina aştiyê hat dayîn.

Herdu malbat civiyan û li hev hatin.

Di dema lihevhatinê de Quran hat xwendin.

Bi qasî 2 hezar kesan xwarina aştiyê xwar.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE