Li Rohilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li herêmê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da 9 pileyî va li Erdexan û Qersê hat pîvandin.

Li Rohilatê Anadoluyê rewşa hewayê

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê bi şev hewaya herî sar di binê sifirê da 9 pileyî va li Erdexan û Qersê hat pîvandin.

Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêam 12an a Meteorlojiyê, li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be.

Tê texmînkirin ku li herêmê bi çev û ber destê sibê mijê bikeve û pukê rabe, germahiya hewayê jî ew ê li gor ya demsalê beç

Bi şev germahiya hewayê li Erdexan û Qersê di binê sifirê da 9, li Agirî û Erzincanê di binê sifirê da 5, li Erziromê di binê sifirê da 4 û li Îdirê di binê sifirê da 2 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 17, li Erzincanê 15, li Agirî, Erdexan û Qersê 13, li Erziromê 12 pile be.

Ji ber sermayê qirayî ket ser dar û nebatan, li Qers û Erdexanê welatiyan ji bo wesayîtên wan necemidin bi betanî û xalîçeyan pêçan.

Li Sarîqamîşa navêeya Qersê camên dikanan qeşayî girtin û hin welatiyan bi teqwiyeyê wesayîtên xwe dan xebitandin.

Li navçeyê hewaya sar tesîreke neyînî li ser jiyana kovî hîşt, roviyên derketin li xurekê digerin hatin dîtin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE