Li Rojhilatê aliyek zivistan e û li aliyek jî bihar e

Li hin deverên Bitlis û Muşê ji ber germbûna dinyayê aliyek bihar e û aliyek jî zivistan e.

Li Rojhilatê aliyek zivistan e û li aliyek jî bihar e

Li hin deverên Bitlis û Muşê ji ber germbûna dinyayê aliyek bihar e û aliyek jî zivistan e.

Li gundên deverên bilind berf heye û ekîp ji bo vekirina rêyan dixebitin lê li gundên nizim jî bihar tesîra xwe nîşan dide û hêşînayî derketiye.

Li navçeya Hîzanê bi helîna berfê xwediyên pez û dewaran berê xwe dan Deşta Gaydayê û pezên xwe derxistin çêrê lê ji aliyekî va jî li deverên bilind ekîbên Midûriyeta Îdareya Taybet jî ji bo vekirina rêyên gundên ji berfê hatine girtin hewl didin.

Behçet Erdoganê Mixtarê gundê Çayira li ser Hîzanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku rêya gundê wan ji ber berf û pûkê tê girtin û ekîbên îdareya taybet jî ji bo vekirina rê dixebitin û wiha domand: "Ew razî nebûn ku rêya me girtî bimîne. Xwedê ji wan razî be. Li deşta Hîzanê berf tuneye lê li deverên bilind berf hê jî neheliyaye. Li deştan hewa zû germ dibe û berf jî zû dihele."

- Li Muşê berfîn derketin

Li gundên bilind ên Mûşê berf hê li erdê ye lê li Deşta Mûşê jî berfînên mizgîniya biharê kulîlk vedan.

Li bajarê van salên dawîn herî zêde îsal berf barî welatî ligel astengan têkoşîna jiyanê didomînin.

Li navenda bajêr xaniyên yekqatî di binê berfê da man, li Yingaliya Jor a gundê 45 kîlomêtre li dûrî bajêr jî welatî ji bo xweyîkirina heywanên xwe hewl didin.

Gundî gihê li ser berfê direşînin û heywanên xwe alif dikin, bi şiverêyan di nav gund da diçin û tên.

Eyup Umurê ji gund diyar kir ku li hin herêmên gund 2 mêtro berf heye.

"Umur destnîşan kir ku gihê li ser berfê direşînin û heywanên xwe alif dikin û wiha pê da çû: "Ji ber ku bilindahiya gundê me zêde ye hewaya me ji ya deştê cuda ye. Niha heywandarên li deştê pezê xwe diçêrînin. Em li ser berfê pêz alif dikin. Ev ê hetanî nîsanê wiha dewam bike. Xaniyên me di nav berfê da ne. Li gundên deştê bihar e li gundê me jî zivistan e."

Heywandarên li gundên deştê êdî pezê xwe berî çêreyê didin. Li herêmê êdî hewa germ dibe jî berfîn derketin û dîmenên xweşik derketin holê.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE