Li Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Li Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare

Li gor daxuyaniya meteorolojiyê li Herêma Rojhilatê Anadoluyê baranê bibare.

Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li herêmê hewa wê perçe ewrayî û pir ewrayî be.

Serê sibê li Erzurum, Erzincan, Kars û Ardahanê dem demî baranê bibare, ji nîvro pê va heta êvarê jî wê li tevahiya herêmê baranê rûyê xwe nîşan bide.

Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be, ji aliyê başûr ba wê rabe.

Bi şev germa hewayê ya herî kêm li Ardahanê 3, li Karsê 4, li Erzurumê 5, li Agriyê 6, li Erzincanê 10 û li Îdirê 12 pile hat pîvan. 

Nava rojê jî germa hewayê ya herî zêde li Igdir û Erzincanê 17 pile, li Agriyê  û Erzurumê 12 pile, li Karsê 10 pile û li Ardahanê 8 pile tê payîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE