Li Rojhilatê Anadoluyê bêdengiya pêvajoya sinordarkirinê

Di pêvajoya sinordarkirinê da ya di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li Erzurumê kuçe û kolan xalî man.

Li Rojhilatê Anadoluyê bêdengiya pêvajoya sinordarkirinê

Li Erzurum, Kars, Ardahan, Ağrı, Iğdır, Tuncelî û Erzincanê welatî bi rêjeyeke mezin pabendî sînordarkirina di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da dibin.

Di pêvajoya qedexeyê da ya di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê da li Erzurumê kuçe û kolan xalî man.

Kolanên Cumhuriyet, Menderes û Yoncalikê, meydanên Yakutiye û Keleha Erzurumê û her wiha ciyên dîrokî bêdeng in.

Ekîbên polêsan li parêzgehên navborî li rêbendan wesayîtan radiwestînin, belgeyên welatiyan kontrol dikin û ceza li kesên ku rêgezan binpê dikin dibirin.

Li Kars, Ardahan, Ağrı, Iğdır, Tuncelî û Erzincanê jî welatî pabendî sînordarkirinê bûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE