Li Rojhilatê Anadoluyê berf û bager

Li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê berf bibare...

Li Rojhilatê Anadoluyê berf û bager

Hat ragihandin li bendê ne ku li Herêma Rojhilatê Anadoluberf bibare.

Li gor agahiyên ji rayedarên Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê hatin sitandin, li herêmê hewayê ewravî û ewrsayî be, piştî nîvro li Erzincan û Erziromê, ber êvarê jî li tevahiyê herêmê berfê bibare.

Bi şev germahiya hewayê li Erdexanê di binê sifirê da 17, li Qersê di binê sifirê 17, li Agiriyê di binê sifirê 9, li Erzirom û Îdirê di binê sifirê 5, li Erzincanê di binê sifirê 2 pile hat pîvandin.

Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Erzincanê 6, li Îdirê 4, li Erziromê 2, li Agiriyê 1, li Qersê sifir, li Erdexanê jî di binê sifirê 2 pile be.

Qalindahiya berfê li Erdexanê 25, li Erziromê 24, li Agiriyê 20, li Qersê 12 û li Erzindanê jî 3 santêm hat pîvandin.

Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 88, li Sariqamîşa Qersê 74, li Ergana Erzincanê 52, li Qonaxliya Erziromê 48, li Yalnizçama Erdexanê 23 santêm hat pîvandin.

Rayedaran got ku ew ê li dorberê Erzincan û Erziromê ba û bager rabe, li herêmê cemedê çêbe ji ber vê dibê welatî baldir bin û bê tevdîr dernekevin rê.AA

Dîroka nûkirinê: 04 Çile 2019, 17:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE